1. helbestkar û wergêrek e; camêr ta niha nivîskarên wekî (bnr: bextiyar elî), (bnr: eta nihayî), (bnr: şêrzad hesen) û (bnr: ferhad pîrbal) wergerandiye (bnr: kurmanci) û bûye pira di navbera (bnr: soranî) û (bnr: kurmancî)ya gewr. |
|
30.07.2013 02:03 |
seydayê_peyvan
|
2. wergêr e, ji soranî werdigerîne kurmancî, divê perwerdehiya wergerê bibîne ji lew re mirov ji hevokên wî tê nagihîje.... |
|
30.07.2013 22:09 |
rojgar
|
3. wergerên wî baş in, lê divê li ser ergatîfiyê baş bisekene ku ergatîfî taybetiyeke kurmancî ye.... |
|
08.09.2013 22:41 |
welat colemêrgî
|
4. di hejmara duyem ya kovara wêje û rexneyê de hevpeyvîneka wî ya li ser wergêrî û rexnekariya wêjeya kurdî heye, ji başûrê kurdistanê di warê kurmancî de kêm kes wekê wî dikarin kurmanciyê ev qas xweş bi kar bînin.. ji vir em dikarin bêjin ku heçiyê dixwaze zimanê xwe baş bike bila rahêje qelemê Û ji zimanên dî ji bo kurdî wergeran bike, bi rastî jî ji bo pêşdebirin û xurtkirina zanîna zimanekî tu tişt nabe wekê wergerê.. |
|
23.04.2014 01:45 |
endazer
|
5. Wergerên wî naherikin. (bnr: balindeyên li ber bê) |
|
26.03.2017 01:23 |
bêrtî
|
6. wergêrê ku mixabin pirtûka êvara perwaneyê herimandîye. min ji wergera wî ya apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir gelek hez kiribû. heta bala min jî kişandibû. lê mixabin ya vê pirtûkê ewqas xirab bû ku min nekarî bibim serî. serî? min nekarî ji 10 rûpelan pê ve bixwînim. |
|
23.02.2020 22:53 |
simurg56
|
7. Min bi xeletî şîroveya birêz #rojgar kir, bila li min bibûre. Ji dêvla min ê pê li ecibandinê kiriba tilîya min çû li ser "naecibînim"ê. Ji sedî sed ez heq didim e şîrova wî/wê. |
|
08.02.2021 14:09 |
hemdilaarda
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |